Dadgeriya Îranê cezayê li Dinya Hiseynî hatibû birîn erê kir
Cezayê 3 sal û 6 meh ê li nivîskara blogê Dinya Hiseynî hatibû birîn ji aliyê Dadgeha Îstînafê ya Tehranê ve hate erêkirin.
Cezayê 3 sal û 6 meh ê li nivîskara blogê Dinya Hiseynî hatibû birîn ji aliyê Dadgeha Îstînafê ya Tehranê ve hate erêkirin.
Şaxa 36’an a Dadgeha Îstînafê ya Tehranê 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê ji ber sûcê ‘propagandaya li dijî rejîmê ji bo xurtkirina rejîma Îsraîlê’ li Blogger Dinya Huseynî birî.
Blogger Dinya Huseynî ku ji Xozistanê ye û li Tehranê dijî, berê ji aliyê Şaxa 26’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ji ber sûcên ‘propagandaya li dijî rejîmê ji bo xurtkirina rejîma Îsraîlê’ 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
Ev biryar di qonaxa destpêkê de ji aliyê Şaxa 26’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve, bi serokatiya Dadwer Îman Afşarî, hatibû dayîn.
Roja 16’ê Hezîranê duşemê hêzên ewlehiyê li ser mala Dinya Huseynî li Tehranê girt û ew binçav kir û di hevdîtinek kin a telefonê de, ragihandin ku ew ji bo Girtîgeha Evînê hatiye veguhastin. Piştî binçavkirinê memuran mala wê jî mohr kirin. Roja Yekşemê 12’ê Tebaxê, ew bi kefaleta 3 milyar tûmenî heta dawiya darizandinê bi awayekî demkî ji Girtîgeha Qerçax a li Varaminê hate berdan.
Hêjayî bi bîrxistinê ye Dinya Huseynî, bi nasnav ‘Dinya Azad’, berê di 11’ê Tebaxa 2023’yan de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û dest danîbûn ser amûrên elektronîk û nivîsên wê. Ji dozeke cuda di sala 2023’yan de mehkumî 5 sal cezayê girtîgehê yê taloqkirî û cezayê pereyan hatibû kirin.